Hat ragihandin ji ber ku endamên komîsyona îmtîhana sala 2013an FETOyîst derketin 316 binefserên behrîye yên ku ji teref vê komîsyonê ve ji bo Fermandarîya Hêzên Deryayî re hatibûn girtin wezîfê hatin îxrackirin.

Qerara îxrackirinê ya ku îmzeya Fermdarê Hêzên Deryayî Oramîral Adnan Ozbal di bin de hebû ji teref Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Hulusî Akar ve hat tesdîqkirin.(ÎLKHA)