Hat ragihandin li Kazakistanê otobuseke ku rêwîyan vediguhast qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes canê xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 05.30î de li herêma ku 85 kîlometreyan ji bajara Kizilorda dû re pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku qeşaya ku ketibû şofêrê otobusê kontrola dîreksîyonê winda kir û otobus qulibî.

Ji 36 kesên ku di otobusê de bûn tevde 8 kes canê xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)