Li Iraqê xwepêşanên ku ev bû zêdetirî mehekî berdewam dikin her ku diçin tundtir dibin. Doh hêzên ewlehîyê bi berikên rastî midaxeleyî xwepêşandêrên ku li Pira Ahrak, Sînak û Cumhurîyetê  kom bûbûn kirin. Di encama midaxeleya ku hat kirin de 7 kes mirin 78 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama mudaxeleya ku li xwepêşandêran hatin kirin de 4 kesên din jî canê xwe ji dest dan û 40 kes jî ji xazê tesîrdar bûn.

Li Iraqê di serê cotmehê de ji ber bêkarî, tunebûna xizmetê û bêrêtîyê xwepêşan hatibûn destpêkirin û di encama xwepêşanên ku dest pê kirin de heta îro nêzî 330 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 15 hezar kesan jî birîndar bûn.(ÎLKHA)