Ji teref Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ên Tirkîyê ve derbarê kesên ku dê ji hemwelatîbûnê bên derxistin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Soylu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîxşan kir “Di warê de FETO de tehdîda herî mezin a ji bo me ne li Tirkîyê li derve ye. Amerîka, Ewrûpa  û îsraîl hêj FETO diparêzin.ÎNTERPOL hêj destûr nade ku FETO bi biltena sor bê lêgerîn. Me ji bo 464 kesên FETOyîst serî li ÎNTERPOLê da, lê belê temamê serîlêdanan hatin redkirin. Gulenê serokê FETO jî di nav de tevde 211 kes dê ji hemwelatîbûnê bên derixstin.”(ÎLKHA)

]]>