Hat ragihandin di şewata ku li Karakaşa gundê Xarpêtê derket de 6 mal bi temametî şewitîn û bûn xwelî, di encama şewatê de kesek birîndar bû.

Şewat li Karakaşa gundê Aricaka navçeya Xarpêtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat di kontaxa ceyranê de derket û agir bi mala Yaşar Ozelî ket. Agirê ku di demeke nêz de belavî derdorê bû, bû sedem ku 6 mal bi temametî bişewitin.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re îtfaîye hatin cihê şewatê û agir hat tefandin.

Di dema ku mudaxele li şewatê dihat kirin kesek birîndar bû.(ÎLKHA)

 

]]>