Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; êrîşên rejîma îşxalker her ku diçe zêdetir dibin û di êrîşên ku tên kirin de temamê qanûnên navneteweyî tên îhlalkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin “Malezya hêj li ser helwesta xwe ya berê ye û dijberê wê dorpêça rejîma îşxalker a li hember Xazzê ye. Ev dorpêç bi şikleke girseyî cezakirina xelkê ye û ev yek dibe sedema gelek zehmetî û probleman.”

Di berdewama daxuyanîyê de  bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin da ku dawî li dorpêça siyonîstan bê anîn û dewleteke xweser a Filistînê bê damezrandin.(ÎLKHA)

]]>