Hat ragihandin xelk di serî de li Tahranê û her wisa li Ahwaz, Hurremşehr, Bîrcend, Meşhed, Geçsaran, Sîrcan, Bender Abbas, Îsfahan û Şîrazê ji ber qerara zamê ya ku li benzînê hat kirin daket kolanan.

Xelkê ku daket kolanan qerara zamê protesto kir û ji qerarê re bertek nîşan da. Hêzên ewlehîyê mudaxeleyî xelkê kir û ew belav kirin. Xelkê ku li Sîrcanê daket kolanan îstasyoneke benzînê  şewitand.

Derbarê zama ku hat kirin de ji teref Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Rûhanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ev bû 4 sal ku zam li heqê benzînê nekirine û ev zama ku hatiye kirin ji bo berjewendîya kesên feqîr û jar hatiye kirin.(ÎLKHA)

 

]]>