Hat ragihandin li Rihayê ji teref cendirmeyan ve li dijî qeçaxvanên çekan operasyon hat lidarxistin, di encama operasyona ku hat lidarxistin de  2 kes hatin girtin.

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Cendirmeyan a Bajêra Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama qerara ku ji teref  meqamên edlî ve hat standin li Pirsûs û Birecûkê operasyon li du navnîşanan hat lidarxistin. Di encama operasyona ku hat lidarxistin de 3 keleşkof, 6 şarjor, 2 demence û 4 şarjorên wan, 3 tifingên nêçîrê û  hezar û 300  heb berikên wan hatin bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 2 kesên ku di operasyonan de hatibûn binçavkirin hatin girtin û hatin şandin girtîgehê.(ÎLKHA)