Digel ku hewa bicemidin jî dayikên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine revandin li serê çiyê û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirin. Dayikên ku nobeda xwe didomînin diyar dikin hewa çi qas bicemide jî heta ku zarokên wan neyên ew ê nobeda xwe bidomînin û dev ji doza xwe bernedin.
Husnuye Kayaya dîya Mekîye Kaya derbarê mijarê de destnîşan kir, berf û baran jî bibare ew ê di çadiran de nobeda xwe ya ji bo qîza xwe bidomîne.
Kaya di axavtina xwe de diyar kir ew ê tu carî dev ji doza xwe bernede û dû re wiha axavtina xwe zêde kir: “Em ji bo zarokên xwe li vê derê ne û heta zarokên me teslîmî me nekin em ê li vê derê bin. Em li benda desteka temamê dinyayê ne. Bila werin vê derê û ji me re bibin destek. Bila dewletên biyanî jî destekê bidin me da ku zarokên me bidin me.”
“Zarokên me di destê gawûran de ne”
Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew her roj tên tehdîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarokên me ketine destên gawûran de ne û em jî li ber derîyên dijminan in. Her roj gef li me dixwin. Ji me re dibêjin ‘ji vê derê biçin, hûn eşqîya ne.’ Naxêr em ne eşqîya ne, ê ku eşqîya ye ew in. Ew zarokên me birine. Nêzî mehekê qîza min li vê derê girtine û dû re birine Sûrîyê. Niha di destê PKKê de ye.”
Dayika dilşewat di berdewama axavtina xwe de banga destekê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji parlementeran bigire heta Serokmar ez bangli herkesî dikim.Ji me re bibin destek û alîkar. Em ji bo zarokên xwe li vê derê ne û heta ku neyên jî em ê li vê derê bin. Kevir jî bi ser me de bibare em ê li vê derê bin û neçin ti derî. Êdî psîkolojîya me xera bû û xwîn ji çavên me dibare. Êdî ez pîr bûme, bila qîza min vegere û heyata xwe bidomîne. Ew kesê ku qîza min biriye dijminê min e.”
“ Heta ku ez bimirim dê li vê derê bim”
Songul Altintaşa dîya Muslum Altintaşê ku dema leşker bû hat revandin jî derbarê lawê xwe yê leşker ê ku hatiye revandin de wisa axivî: “Ev bû 2 meh ku em hatine vê derê û em hêj li vê derê ne. Ez dawa lawê xwe ji PKKê dikim. Ew ê PKK kengî lawê min berbide. Zivistan hat, hewa cemidîn, baran barîya û dê sibe dusibe berf bibare. Ger wijdana PKKê hebe bila lawê min serbest berbide.”
Altintaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew lawê xwe dixwaze û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min di bin erdê de digirin û ji bo vê yekê ti heqê wan tune ye. Ez dixwazim ku lawê min demildest bê berdan. Ger berf jî bibare heta lawê min were ez ê li vê derê bim. Bila ewladên me bidin me da ku em ji vê derê biçin. Ji xwe kezeba me dişewite.”(ÎLKHA)