Hat ragihandin li wê “herêma bi ewlehî” ya ku piştî mutabaqata Soçîyê li rojhilata Feradê hat îlankirin dewrîyeya hevpar a Tirkîye-Rûsyayê dê îro dest pê bike.

Berî vê çendakî li Soçîyê di navbera Tirkîye û Rûsyayê de di warê “herêma bi ewlehî” de lihevkirinek çêbûbû û di bergeha vê lihevkirinê de PKK/YPGyî ji herêmê hatibûn derxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li wê “herêma bi ewlehî” ya ku piştî mutabaqata Soçîyê li rojhilata Feradê hat îlankirin dewrîyeya hevpar a Tirkîye-Rûsyayê dê îro dest pê bike. Ew ê leşkerên Tirkîye û Rûsyayê digel  hev dewrîye bavêjin.

Li gorî mutabaqatê Qamişlo ne di nav wan herêmên ku dê lê dewrîye bê avêtin de ye.(ÎLKHA)