Hat ragihandin li Nîjeryayê ji girtîgeha ku di bin lehîyê de ma 228 mahkûm revîyan.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarê Hêzên Deryayî û Şewirmendê Parêzgeha Kogîyê Jerry Omodara ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Jerry di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ji ber lehîyê dîwarê girtîgehê xira bûye û ji 500 mahkûmî 228 mahkûm ji girtîgehê revîyan.
Ji bo mahkûmên ku fîrar kirine bên girtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)