Piştî ku wextê ku ji bo vekişînê ji PKK/YPGê re hatibû dayîn bidawî bû re ji teref Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve derbarê pêvajoyê de daxuyanîyek hat belavkirin.
Erdogan di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir: “Rûsyayê destnîşan kir ji îşev pêve ew ê bi temametî ji herêmê vebikişe. Rûsya agahî da meqamên me yên rayedar û destnîşan kir rêxistinên terorê bi temametî ji herêmê hatine derxistin. Ew ê hevdîtinên me bi heman awayî berdewam bikin.”(ÎLKHA)