Hat ragihandin Meclîsa Temsîlkaran a Amerîkayê pêşnûmaya ku tê de tê îddîakirin di bûyerên 1915an de li hember Ermenîyan komkujî hatiye kirin qebûl kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di dengdayîna ku li meclîsê hat kirin de qerar bi 405 dengên erê hat qebûlkirin. Di dengdayînê de 11 dengên naxêr hatin dayîn.

Tê diyarkirin qerara ku hatiye standin ti giranî û tesîra wê tune ye ango qerar nayê wateya ku Amerîka bûyerên 1915an wek komkijîyê nas dike.(ÎLKHA)