Xwepêşanên ku li Libnanê bi hinceta qeyrana aborî, bêrêtî, cudabûna civakî û ji ber sedemên bi vî awayî hatibûn destpêkirin û li temamê Libnanê belav bûbûn hêj berdewam dikin.

Ji ber ku li Libnanê ev bû 13 roj xwepêşan berdewam dikin ji teref Serokwezîrê Libnanê Saad Harîrî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Harîrî destnîşan kir ew ê temamê endamên hikûmetê îstîfa bikin.(ÎLKHA)