Berî vê çend rojan li Îngîlterê di kamyonekê de ceseda 39 kesan hat dîtin. Hûrgilîyên vê bûyerê îro derketin holê.

Di encama xebatên ku ji teref polêsan ve hatin destpêkirin de derket holê ku 39 kesên ku mirine tev Çînî ne û tev ji sermayê mirinê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku 39 kes bênavber 15 seatan di bin sifirê de 25 dereceyan de di kamyonê de mane mirine. Tê diyarkirin kesên ki di kamyonê de mirine bi keştîyê hatine Belçîkayê û Essexê di dema ku bi kamyonê ketine rê mirine.(ÎLKHA)