Piştî wê lihevkirina ku roja sêşemê di navbera Tirkîye-Rûsyayê de hat kirin re leşkerên Rûsyayê Çemê Feradê derbas kirin û dest bi bicîanîna wezîfeya dewrîyê kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin “Li gorî mutabaqata ku di navbera Tirkîye-Rûsyayê de polêsên leşker ên Rûsyayê cara ewil li bakûrê Sûrîyê dewrîyeya xwe pêk anîn.”(ÎLKHA)