Hat ragihandin li Nîgdeyê  mînîbûsa ku karkeran vediguhast qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 4 jê giran tevde 14 kes birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Nîgde-Çamardiyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 01 MA 3159 ji kontrola şofêr derket û teqla avêt.

Di encama qezaya ku pêk hat de 4 jê giran 14 kes birîndar bûn. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)