Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkîyê berîya ku biçe Rûsyayê li Balafirgeha Esenboga ya Enqerê derbarê harekata ku niha jê re navber hatiye dayîn de daxuyanî da û pêvajoyê nirxandin.

Erdogan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Heta niha 700-800 vekişîn çêbûn.Tê diyarkirin ew ê teqrîben 1200-1300  vekişînên din jî bi sûret pêk bên. Em vanan taqîb dikin. Ger Amerîka li ser wan sozên ku daye welatê me nesekine, em ê harekatê ji cihê ku maye bidin domandin. Ew ê vêcarê bi qerardarîyeke mezintir berdewam bikin.”(ÎLKHA)