Hat ragihandin Nivîskar Nûrî Pakdîlê ku bi wesfê şairê Qudsê tê naskirin, wefat kir.

Nurî Pakdîlê ku ev bû demek li Enqerê di nexweşxaneyekê de dihat tedawîkirin digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ve daxuyanîyek hat belavkirin. Kalin di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir: “Nûrî Pakdîl Beg çû rehma Xwedê. Ez ji Xwedê ji bo wî rehmetê teleb dikim. Însanekî din ê qenc û xweşik koç kir… Mekana wî cennet be.”(ÎLKHA)