Hat ragihandin ew ê Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ji bo operasyona ku li hember rojhilata Feradê hatiye destpêkirin gotûbêj bikin werin Enqerê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence di seat 14.30î de li Beştepeyê bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê bike.

Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê digel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo, Şewirmendê Ewlehîyê ya Neteweyî yê Qesra Spî Robert O'Brien û Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê James Jeffrey hatin Tirkîyê û bi Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Hulusî Akar re hevdîtin kirin.(ÎLKHA)