PKK/YPGê ji alîyê Sûrîyê bi roket û hawanan êrîş bir li ser gundê Xerabkorta Qoserê. Di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes canê xwe ji dest dan û 12 kes birîndar bûn. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesekî din ê ku birîndar bûbû û li nexweşxanê dihat dermankirin digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest da û hejmara mirîyan derket 3yan.

Hat hînbûn Xelîl Turkoglu, Nureddîn Turkoglu û Bedran Turkogluyê ku di êrîşa PKK/PYD-YPGê de canê xwe ji dest dan ew ê li gundên xwe bên definkirin.(ÎLKHA)