Hat ragihandin ji ber êrîşên ku ji teref PKK/YPGê ve li Mêrdînê û Rihayê tên kirin li hinek navçeyan mekteb îro jî hatin tatîlkirin.
Berî niha li hinek navçeyên Riha û Mêrdînê mekteb ji bo 2 rojan hatibûn tatîlkirin ku ji ber êrîşên PKK/YPGê yên ku berdewam dikin mekteb îro jî hatin tatîlkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber êrîşan li navçeyên Serê Kanîyê, Pirsûs û Kanîya Xezalan temamê mekteban li Bîrecûkê hinek mekteb û li Nisêbînê temamê mekteban û li Qoserê jî hinek mekteb ji bo îro hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)