Serokê Meclîsa Tirkîyê Mustafa Şentop di daxuyanîya ku belav kir de derbarê harekata Tirkîyê ya li Sûrîyê de destnîşan kir “Tirkîye dixwaze wan muttefîkên xwe yên ku endamên NATOyê ne li ba xwe bibîne. Ewlehîya Tirkîyê ewlehîya NATOyê ye.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kiribû: “Fikarên ewlehîyê yên meşrû yên Tirkîyê hene.”(ÎLKHA)