Hat ragihandin li Hindistanê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de heta niha 140 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku ev bû 8 roj tesîra xwe li Hindistanê zêde dike lehî rabûn û mal di bin avê de man. Tê diyarkirin ji ber lehîya ku rabû di 8 rojan de li Hindistanê tevde 140 kes canê xwe ji dest dan.

Li herêmên ku lê lehî rabûn mekteb hatin tatîlkirin û seferên navbajêr jî hatin betalkirin.

Di dîmenên ku li herêmê hatine qeydkirin de tê dîtin ku kolan, tax, kargeh û mal di bin avê de mane û gel bi sed zehmetî hewl dide jiyana xwe bidomîne.(ÎLKHA)