Hat ragihandin li Balikkesîrê di navbera 3 malbatên mitirb de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de kesek canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesê ku hatiye kuştin xwestiye ku malbatan ji hev veqetîne û bûye hedefa berikan.
Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)