Ji teref Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve ji ber munasebeta salvegera Qudsê ya ji teref Selahaddînê Eyyûbî ve paneleke bi navê “Quds û Selahaddînê Eyyûbî” hat tertîpkirin.  Panel bi axavtina Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam dest pê kir.

“Îro Quds û Eqsa di bin esaretê de ye”

Saglam di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew îro ji bo Mescîda Eqsayê hatine ba hev û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro 832yemîn salvegera fetha Qudsê ya ji teref Selahaddînê Eyyûbî ye.  Artêşa Îslamê berî vê 832 salan weke îro di bin pêşîvantîya Selahaddînê Eyyûbî de têket Qudsê û dawî li wê esareta ku 88 salan berdewam kir anî.  Mixabin îro Quds û Mescîda Eqsa cardin di bin esaretê de ye.  Ji ber ku ummetê di nav xafletê de ye ev esaret zêdetirî 100 salan e ku berdewam dike. Vêcarê ev îşxal û esaret zêde dirêj kir.  Dîrok vê yekê nîşanî me daye:  Dema ku Eqsa di destê Xiristîyanan de bû Misliman û Cihû û di dema Cihûyan de bû Misliman û Xiristîyan zilm û ezîyet dîtine. Lê belê çi wextê ku Quds ketiye destên Îslamê him Misliman, him Xiristîyan û him jî Mûsewî di nav rihetî û aramîyê de jiyane.”

 “Înşallah ew ê rêya fetha sêyemîn a Qudsê ji Diyarbekirê derbas bibe”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir; dîrok nîşan daye ku divê Quds û Mescîda Eqsa di bin ewlehîya Îslamê de be û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê yekê divê Quds ji îşxalê bê xelaskirin. Cihekî taybet a Diyarbekirê di fetha Qudsê de heye. Rêya fetha duyemîn a Qudsê ji Diyarbekirê derbas bû.Înşallah ewê  rêya fetha sêyemîn a Qudsê jî ji Diyarbekirê derbas bibe.  Ango em niha li ser wê xala destpêkê ya ku rêya fetha Qudsê jê derbas bûye kom bûne.  Li gorî gotinan siyonîstan 15 sazîyên ji hev cûda saz kirine da ku Selahaddînên nû derneyên û yên ku derketine jî pêşîya wan bê girtin.”

“Armanc û hedefa vê xerakirin û talana ku li ser erdnigarîya Îslamê tê kirin berdewamkirina esareta Qudsê ye”

Saglamê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir; divê em mucadeleya ji bo Eqsayê ji nifşên piştî xwe re bihêlin, wisa li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku Eqsa esîr e, îro li Efxanistan û iraqê mal di ser însanan de tên xerakirin, li Sûrîyê bombe li ser wan însanên ku ketine rêza xwarin û nan de tên barandin, li Yemenê însanan ji birçînan dikin bimirin, însan li behran difirfitin, ceseda pitikan li qerexa behran tê dîtin.  Armanc û hedefa vê xerakirin û talana ku li ser erdnigarîya Îslamê tê kirin berdewamkirina esareta Qudsê ye. Ji bo çend siyonîstên kêfxweş bin, dayikên Kurd, Tirk, Ereb û Eceman digirîn.  Îro dema ku zarokên me li sûkan di rêza nan de ne tên bombebarankirin, bi tonan bombe tên avêtin li ser dawet, komele û medreseyên me, hafizên me yên ciwan û nazenîn tên parçekirin, xortên me yên ku goştên qurbanan belav dikin ji balqonan tên avêtin û bedenên wan tê parçekirin ku armanca tevekan ev e: bila ew siyonîstên ku Eqsayê îşxal kirine di nav rihetîyê de bin û rihat razin.”

Saglam di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser agirê fitnê ya ku di navbera Mislimanan de hatiye pêxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nav me de agirê fitnê pêxistin. Ew çeteyên siyonîst fitne xistin nav Mislimanan. Problema ku niha li Qudsê heye ne mucadeleya bidestxistina herêmekê an jî şerê siyonîstan e; Ev şer ji mêj ve heye. Ev şerê ku berdewam dike şerê Heq-Batil e ku ev yek ji dewra Habîl û Qabîlê berdewam dike. Ev şer şerê rizgarîya Mislimanan a ji esaretê ye. Heta ku Mescîda Eqsa di destên siyonîstan de êsîr be ew ê hêstir û xwîna ummetê bi dawî nebe.Divê em çîroka Qudsê ji zarokên xwe bibêjin û ji wan re hîn bikin.”

Ji nava welat û ji derveyî welêt gelek kes beşdarî panela ku wek du niştina tê lidarxistin bûn.(ÎLKHA)