Hat ragihandin li Almanyayê zilamê ku berî vê 8 salan di mala xwe de miribû bi şewata ku di avahîyê de derket hat ferqkirin. Îtfaîyevanên ku hewl dan avahîyê tahlîye bikin dema ku têketina mala zilamê îxtîyar dîtin ku xwedîyê malê miriye.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li bajêra Munstera Vestfalya parêzgeha Almanyayê di avahîyekê de şewat derket. Ji ber şewata ku derket îtfaîyevan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di dema mudaxeleya ku hat kirin de îtfaîyevanan xwesin avahîyê tahlîye bikin. Dema ku pêvajoya tahlîyê dest pê kir, îtfaîyevanan dîtin ku di malekê de cesedekê hatin.
Di encama lêkolînên ku hatin kirin de hat tespîtkirin Heînz H. berî vê 8 salan di mala xwe de mirîye.(ÎLKHA)