Televîzyona CBS News a Amerîkayî, dîmenên êrîşa ku bi balafirên çekdar ên bêînsan li tesîsên neftê Aramcoya Siûdîyan hatibû kirin weşand.

Di dîmenên ku hatin weşandin de tê dîtin bi tesîra lihevqelibînê tesîsên neftê diteqin û agir pêdikeve.

Di 14ê Îlonê de bi balafirên çekdar ên bêînsan êrîş li tesîsên neftê yên Siûdî hatibûn kirin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Tuxgeneral Yahya Seraî di daxuyanîya ku derbarê mijarê de dabû de destnîşan kiribû, ew bi 10 balafirên çekdar ên bêînsan êrîş birine li ser tesîsên neftê yên Siûdîyan.(ÎLKHA)