Hat ragihandin Hindistana îşxalker û dagirker li Cammû Keşmîra ku îşxal kiriye ji 5ê Tebaxê vir ve 13 hezar zarokên ku di nav zarokên 14 salî bi xwe jî hene desteser kir û wanan di zindanan digire. Malbatên Misliman ên zarokan ji bo zarokên wan bên berdan diyar dikir; birêveberîya Hindistanê 60 hezar rûpî pere ji wan dixwaze.
Li gorî xebera ku di rojnameya The Telegraph Îngîlîzê de hatiye weşandin, piştî ku statuya taybet a Cammû Keşmîrê ji teref Hindistanê ve hat rakirin re, Hindistanê zext û zordarîya xwe ya li ser xelkê herêmê zêde kir. Li gorî xeberê Hindistana îşxalker û dagirker li herêmê 13 hezar zarokên Misliman desteser kiriye û muameleya êsîran bi wan re dike û ew zarok ev bû 45 roj ku tên girtin.
Di rapora ku di rojnameya The Telegraph Îngîlîz de hat weşandin de tê diyarkirin ji bo zarok bên berdan pere ji dê û bavê zarokan tê telebkirin. Her wisa di raporê de tê diyarkirin; hêzên ewlehîyê yên Hindî zilm û îşkenceyan li zarokên Mislimanan dikin.(ÎLKHA)