Muhammed Durra berî vê 19 salan dema ku dîrok 30yê Îlona sala 2000an nîşan dide ji teref siyonîstên îşxalker û terorîst ve hat şehîdkirin. Ji ser şehadeta Muhammed 19 sal derbas bûn. Di van 19 salên ku derbas bûn de gelek zarokên Filistînî ji teref siyonîstên îşxalker û terorîst ve hatin şehîdkirin.

Di dîmenên ku wê rojê hatibûn qeydkirin de dihat dîtin ku Muhammed xwe bi bavê xwe ve digire û digirî û di encama êrîşa çekdar a siyonîst hov û îşxalker de Muhammed piştî demekê digihije Rebbê xwe û şehîd dibe.(ÎLKHA)