Malbatên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin çalakîya xwe ya nobeda zarokên xwe ya li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê didomînin. Her ku diçe destek û piştgirîya ku ji bo van malbatan tê dayîn zêde dibin. Destekek jî ji Serokê Komeleya Edalet û Hiqûqê yê Êlihê Yusuf Tanriseven hat.

“Hemû kes li ba dayikan in”

Tanriseven di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Hacîre Akar ji bo van çalakîyan bû pêşîvan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê rewşa wan dayikên ku çalakîya rûniştinê dane destpêkirin bê fêmkirin. Kezeba  van dayikan heye, encax ew kesên ku zarokên wan winda bûne dikarin êş û jana van dayikan fêm bikin. Ji ber vê yekê divê ew telebên heqdar ên van dayikan bên tedarikkirin.  Ekserîyeta civakê piştgirîyê dide van dayikan.  Ne bes kesên rayedar divê teşkîlata HDPê bi xwe jî di vî warî de gavinan bavêje da ku telebên dayikan bên tedarikkirin.”

 “Revandina zarokan li serê çiyê nayê teswîbkirin”

Tanriseven di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê guh bê dayîn qêrîna û hawara dayikan û dû re wiha got: “ Dayik di warê xwestina telebên xwe de heqdar in. Divê tu kes li hember vê telebê bêdeng nemîne.  Zarokên wan dayikan hêj di emrê biçûk de hatine xapandin û hatine revandin li serê çiyê. Revandina zarokan li serê çiyê nayê teswîbkirin.Divê bê pirsîn; dayik çima ne li cihekî din li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin?”(ÎLKHA)