Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker êrîşî xwepêşandarên ku beşdarî xwepêşana “Meşa Mezin a Vegerê” bûn kirin, di encama êrîşê de Mislimanekî Filistînî şehîd bû û 63 Misliman jî birîndar bûn
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin Mislimanê Filistînî yê ku di êrîşa siyonîstan de şehîd bûye Saher Awadallah Osmanê 20 salî ye.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatin lidarxistin de 63 Filistînî jî birîndar bûn.(ÎLKHA)