Hat ragihandin li ser Rêbeja Tatwan û Xelatê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê pitik tevde 3 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Tatwan û Xelatê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin TIRa bi plaqeya 13 AAD 051 a ku ajokarê wê Tekîn Sevînc bû û otomobîla bi plaqeya 34 KPE 48 a ku ajokarê wê Maşallah Bozan bû li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de Maşallah Bozan, Leyla Bozan û pitikê wan Şerwan Bozanê 3 mehî canê xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê û şofêrê TIRê yê ku li ser pîyan hat dermankirin hat binçavkirin.(ÎLKHA)