Hat ragihandin di erdheja di mezinahîya 5.8an a ku doh li Pakistanê pêk hat de 19 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Alîkarê Sermufettîşê Keşmîrê Sardar Golvaraz ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di erdheja di mezinahîya 5.8an a ku doh li Pakistanê pêk hat de 19 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn.
Di dîmenên ku hatine qeydkirin de tê dîtin ku ji ber tesîra erdhejê rê bûne du şeq û gelek mal jî xera bûne.(ÎLKHA)