Hat ragihandin li Efxanistanê êrîş li buroya hilbijartinê ya Eşref Ganîyê Serokê Dewleta Efxanistanê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teqîn di buroya hilbijartinê ya li Kandahara parêzgeha Efxanistanê pêk hat û ji 3 kesên ku canê xwe ji dest dan kesek zarok e.

Hêj ti kesî êrîşê negirtiye li ser xwe.(ÎLKHA)