Hat ragihandin di bergeha Stratejîya Reforma Darazê ya AK Partîyê de bi paketa daraza nû ya ku tê amadekirin ew ê ji bo wan cezayên ku di bin 5 salan de ne û li îstînaftê eseh bûne, rêya temyîzê bê vekirin. Di nav van sûcên ku ji wan re rêya temyîzê tê vekirin de sûcên mîna; propagandayê terorê, ji serokomar re heqaret, biçûkxistina dewletê, endambûna rêxistina çekdar, muxalafelata ku dijî Qanûna Meş, Xwepêşan û Civînê hene.
Piştî ku qanûna rêya temyîzê ket rewacê ew ê rewşa hikûmxwaran di nav 15 rojan de li Dadgeha Bilind ji nû ve bê nirxandin.(ÎLKHA)