Piştî êrîşa ku li tesîsên neftê yên Siûdî hat kirin re di navbera Îran û Amerîkayê de rageşîya heyî zêdetir bû. Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî vê êrîşa ku hat kirin re derbarê rageşîya heyî de destnîşan kir “Ew li wê derê ne, em jî li vê derê ne. Gelek însan dixwazin ku em bi Îranê re hevdîtin bikin. Ew ê çi bibe em ê bibînin.Niha me di warê hevdîtinê de li hev nekiriye.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê hevdîtina ku îhtîmal e di navbera Îran û Amerîkayê de bê kirin de destnîşan kir, ji bo hevdîtinê şert û merc kamil bûne.(ÎLKHA)