Hat ragihandin li Nurdaxiya Entabê wesayît û TIR li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser Şahrêya Tarsûs-Edenê-Entabê li mewqîya Şatirhoyukê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 42 FDM 10 a ku ajokarê wê Abdurrahman Celepkolu bû û TIRa bi plaqeya 42 CYP 49 a ku ajokarê wê Mehmet Emîn A. bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de keseke bi navê Zarîfe Celepkolu canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)