Hat ragihandin Amerîka li parêzgeha Nangarhara Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîşî sîwîlan kir, di encama êrîşa asimanî ya ku hat kirin de zêdetirî 30 kesên sîwîl hatin qetilkirin û 40 kes jî birîndar bûn.

Suhrab Qadîrîyê Wekîlê Şûraya Bajêra Nangarharê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Suhrab Qadîrîyê Wekîlê Şûraya Bajêra Nangarharê destnîşan kir, Amerîka li parêzgeha Nangarhara Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîşî sîwîlan kir, di encama êrîşa asimanî ya ku hat kirin de zêdetirî 30 kesên sîwîl hatin qetilkirin.(ÎLKHA)