Ji teref Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve derbarê koçberên Sûrîyeyî yên ku li Tirkîyê dijîn de daxuyanîyek hat dayîn. Soylu di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser hejmara Sûrîyeyîyên koçber ên ku li Tirkîyê dijîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Zêdetirî 3,6 milyon Sûrîyeyî li Tirkîyê dijîn û heta niha 354 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.”(ÎLKHA)