Hat ragihandin Rûsyayê dest danî li ser keştîyeke Koreya Bakur û 21 murettebatê keştîyê jî binçav kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin keştîyeke nêçîrvanan a qeçax a ku aîdî Koreya Bakur bû êrîşî Muhafizên Ewlehîya Sînor a Rûsyayê kir. Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 Muhafizên Ewlehîya Sînor a Rûsyayê birîndar bûn.

Ji ber vê hewadisa ku pêk hat, Rûsyayê dest danî li ser keştîyeke Koreya Bakur û 21 murettebatê keştîyê jî binçav kir.(ÎLKHA)