Hat ragihandin, Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir wan malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin ziyaret kir.

Soylu di ziyareta ku kir de destnîşan kir tiştên ku we got temamê Tirkîyê hejand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemû kesî cardin anî bi ser hişê xwe. Temamê Tirkîyê bi we re ye. Xweda ji ber vê berxwedana we ji we razî be, ew ê netîceyên xweş bên bidestxistin. Doh me qîzekê anî weke qîza te bû. Meraq nekin.  Xwezî we dîtibana çawa berîya dîya xwe kiribû û ew hembêz dikir. Qet mitala nekin. Em vî karî bi saxiya dayikên mîna we dikin.”(ÎLKHA)