Ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve li Êlihê ji bo zarokan bernameyeke bi navê “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin. Bi sedan zarokên ku emrê wan di navbera 7-10 salan de bûn digel dê û bavê xwe beşdarî bernamê bûn. Zarokên ku 15 rojan perwerdehîya nimêjê standin ber bi qada bernamê ve meşîyan. Xelkê Êlihê, eleqeyeke mezin nîşanî zarokên ku meşîyan û ji bernameya ku hat tertîpkirin re dan.
Bernameya bi navê “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” bi tîlaweta Qur’anê li Taxa Hurrîyetê dest pê kir û bi axavtina Mehmet Emîn Sutçuyê Serokê Komîsyonê yê Perwerdehîyê yê Platforma Nesla Qur’anê berdewam kir.
“Xweda her tim bi wan kesên ku nimêj dikin re ye”
Sutçu di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser ehemîyeta nimêjê û derbarê mijarê de wiha got: “Xweda her tim bi wan kesên ku nimêj dikin re ye. Nimêj hizûrê dide mirov û dîsa nimêj mifteya cinnetê ye.”
"Li vî welatî navenda yekta ya Îslamê Êlih e"
Dû re Nivîskar-Lêkolîner Mehmet Goktaş Xoce jî derbarê ehemîyeta hînbûna nimêjê ya zarokan de axavtinek kir. Goktaş Xoce di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, li tu derê Tirkîyê manzereyeke wisa tune ye û dû re wiha ji zarokan re xîtab kir: “ Li ber çavên min her yek ji we mîna Hz. Elî ne. Bi izna Xwedê ew ê her yek ji we sibe duseibe bibin Hz. Elî. Hz. Elî dema ku hêj biçûk bû her tim li ba Hz. Muhammed bû. Dibe ku ev tiştê ku hûn dikin li ber çavên we tiştekî biçûkm be, lê belê dipirsin paytexta Tirkîyê kû der e? Dibêjin Enqere. Dibêjin bajarê herî mezin kû der e? Dibêjin Stenbol. Dev ji van tiştan berdin. Navenda yekta ya Îslamê li vî welatî Êlih e. Bawer bikin ew ê bajarên din li pey we de werin. Li tû derê Tirkîyê manzareyeke wisa tune ye.”
Bernameya nimêjê bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)