Ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve li ber Mizgefta Hz. Suleyman a li Sûra Diyarbekirê ji bo zarokan bernameyeke bi navê ““Jiyan bi Nimêjê Xweş e” hat lidarxistin. Zarok digel dê û bavê xwe beşdarî bernamê bûn.
Zarokan piştî ku nimêja esrê bi cemaat kirin re bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Nîhat Bunulê Koordînatorê Bajêra Diyarbekirê yê Platforma Nesla Qur’anê berdewam kir.
“Em bawer dikin heger civakek 5 wext nimêjan bi heqê wê eda bike ew ê di wê civakê de hizûr û aramî hakim bibe”
Bunul di axavtina xwe ya ku kir de wek pl atformê armanca wan belavkirina nimêja ya di nav civakê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bawer dikin heger civakek 5 wext nimêjan bi heqê wê eda bike ew ê di wê civakê de hizûr û aramî hakim bibe. Em bi vê xayeyê derketin rê û ji bo vê yekê me digel ciwan, kal, xuşk û birayên xwe di mal, camî û komeleyan de semîner da. Hem ji Xwedê re ku xelkê eleqeyeke mezin nîşanî me da. Rebbê me ji me re gotiye ku ew ê nimêj pêşîya fuhuşîyat û pisîtîyan bigire. Naxwe reçeteya me diyar e. Ev civaka ku xanima xwe, biraya xwe bi şikleke wehşîyane qetil dike encax dikare bi îmaneke heqîqî û bi nimêja ku bi heqê wê bê edakirin mimkûn e.”
“Em çima nimêj dikin divê em baş bizanibin”
Serokê Giştî yê Îkra-Egîtîm Derê Murat Arslan jî derbarê ehemîyeta rojevê de axavtinek kir. Arslan di axavtina xwe ya ku kir balan kişand li ser ehemîyeta nimêjê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xwedê re ku ji me re kir nesîb ku em li vê mekana xweş a ku lê sehabî hatine definkirin werin li ba hev. Birayên min ên bi qedr û qiymet! Di heyama havînê de we perwerdehîya nimêjê stand. Em di vê bernameya ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve hat tertîpkirin hatin ba hev. Xweda kir nesîbê me ku em nimêja ewil a bi cemaat li vê derê bikin. Pêşî divê em zanibin ku em çima nimêj dikin.”
Piştî axavtinên ku hatin kirin re zarok derketin platformê esmaul husna, ayet û hedîs xwendin û bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)