Hat ragihandin balafirên girêdayê Amerîka û hikûmeta Efxanistanê li bakurê Efxanistanê wargehên sîwîlan bombebaran kirin. Di encama bombebaran ku hat kirin de 12 kesên sîwîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Amerîka li bakûrê Efxanistanê bi balafiran êrîş bir li ser bajarê Feryabê. Di encama êrîşa ku hat kirin de zarok û pîrek jî di nav de herî kêm 12 kes jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)