Hat ragihandin ji teref Koordînatorîya Êlihê ya Platforma Nesla Qur’anê ve bi beşdarbûna gelek zêde nivîskar, lêkolîner, îlahîyatnas, akademîsyen, hînker û aliman komxebata bi navê “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” dest pê kir.

Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan, Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok, Serokbajarê Êlihê yê HUDA PARê Davud Şahîn û gelek alim û rîspî û temsîlkarên sazîyên civaka sîwîl beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtinên derbarê mijarê de berdewam kir.

Piştî ku bername dest pê kir re Serokê Platforma Nesla Qur’anê Mela Beşîr Şîmşek derbarê exlaqa bênimêjîyê ya di nav civakê de axavtinek kir. Şîmşek di axavtina xwe ya ku kir de  balan kişand li ser bênimêjîya di nav civakê de.

“Nimêj piştî anîna şehadetê ruknê herî muhîm ê dînê me ye”

Şîmşek di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Xweda ji we temaman razî be û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Derdê me ne ew e ku em derbarê nimêjê de nesîhetan li we seydayên bi qedr û qiymet bikin. Me gazî we kir ku di hizûra we de bala gelê xwe bikşînin li ser nexweşîyeke ku him axreta me û him jî dinyaya me tarûmar kiriye. Malûmê we ye ku nimêj piştî anîna şehadetê ruknê herî muhîm ê dînê me ye.  Xweda di Qur’ana Kerîm de dibêje ‘Min însan û cinan afirand da ku ji min re evdîtîyê bikin.’ Ev fermana Xwedê ehemîyeta îbadetê bime dide nasandin. Dîsa Xweda di Qur’anê de dibêje ‘Muheqqeq nimêj însanan ji nebaşî û munkeratan muhafeze dike.’ Dema ku em di bergeha vê ayetê de li civakê dinêrin em dibînin ku civaka me ji ber bênimêjîyê dûçarî nexweşîyan bûye ku ev yek heqîqetek e.Hetta em dikarin bibêjin çavkanîya sereke ya temamê van nexweşî û musîbetên di nav civakê de bênimêjî ye.”

“Ji bo civaka me tiştê herî baş a ku dê bê kirin hînkirina nimêjê û wesîle bûyîna destpêkirina nimêjê ye”

Şîmşekê balan kişand li ser ehemîyeta nimêjê di berdewama axavtina xwe de qala nekirina nimêjê û encamên nekirinê nimêjê kir û dû re wiha got: “Ji ber ku nimêj nayê kirin him axret û him jî dinyaya me tarûmar dibe.  Em wek Platforma Nesla Qur’anê dibêjin ‘Jiyan bi Nimêjê Xweş e’ û dixwazin balan bikşînin li ser vê xala girîng. Ji ber bênimêjîyê pêşîya temamê pisîtî û neqencîyan vedibe.  Ji bo civaka me tiştê herî baş a ku dê bê kirin hînkirina nimêjê û wesîle bûyîna destpêkirina nimêjê ye. Ji ber ku hûn hatin vê derê û beşdarî bernameya bûn Xweda ji we razî be.”

Serokê Meclîsa Înîsîyatîfa Sîwîl ê Edenê û Serokê ÎHHyê Mahmûd Erarslan jî di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Em ê bi nimêjê îhya bibin.”(ÎLKHA)