Hat ragihandin Mislimanên ku li Kanadayê dijîn di van heftîyan dawî de têketina wan a ji bo Amerîkayê tê astengkirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji Mislimanên ku tên astengkirin da ku derbasî Amerîkayê bibin re tê gotin ku ‘pêwîst e hûn wîzeyê bistînni.’
Tê diyarkirin Mislimanên Kanadayî yên ku dixwazin derbasî Amerîkayê bibin bi seatan li sînor lêpirsîna wan tê kirin û derheqê redkirina wan a derbasbûnê de tiştek ji wan re nayê gotin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku hat wezîfê ji welatîyên Îran, Lîbya, Somalî, Surîye, Yemen, Koreya Bakur, Venezuela û Çadê re qedexeya seyahatê bo Amerîka anîbû.(ÎLKHA)