Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Moskovaya paytexta Rûsya civîna hevpar a çapemenîyê li dar xistin.

Erdogan di axavtina xwe ya li civînê de balan kişand li ser êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin û li ser encamên êrîşan. Erdogan di axavtina xwe de diyar kir: “ Ji ber êrîşên ku tên kirin ew sukuneta ku bi Mutabaqata Soçîyê hatibû tesîskirin xera bû û ji ber êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin bi sedhezaran Îdlîbî mecbûr man ku malên xwe terk bikin.”(ÎLKHA)