Hat ragihandin di êrîşa ku doh di wextên êvarî ji teref siyonîstên terorîst û îşxalker ve hat lidarxistin de 3 Filistînî şehîd bûn û 3 Filistînî jî birîndar bûn.

Wezareta Ewlehîya Neteweyî û Karên Navxweyî yê Filistînê derbarê mijarê de diyar kir, di du teqînên ku li nêzî xalên polêsan pêk hatin de 3 polêsên Filistînî yên bi navê  Walî Xalîfe, Selame en-Nedîm û Ala el-Xarabelî şehîd bûn û  3 polêsên Filistînî jî birîndar bûn.(ÎLKHA)