Hat ragihandin sewqîyata partîya duyemîn a pergalên parastinê ya mûşek û asîmanê ya S-400î yên ku Tirkîyê ji Rûsyayê standibû dest pê kir.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di bergeha sewqîyata partîya duyemîn a mûşekên S-400î de balafira 1emîn jî gihaşt Meydana Asimanî ya Murtedê ya Enqerê.(ÎLKHA)